Nirxandinek li ser romana "Ez ê yekî bikujim"
Ronî Reşo
“... û çawa be ez ê wê ji vî agirî, agirê dojeha welatê wê xelas bikim.” (Ez ê Yekê Bikujim/ rpl:150)
KARAKTER AN JÎ FÎGURÊN ROMANÊ
Temoyî: Temo serlehengê beşa romanê a yekê ye. Temo gerîllayekî ku piştî demekê dîl tê girtin e. 15 salan li girtîgehê de dimîne û paşê tê berdan. Ji ber şkenceyan li ber hişavêtinê ye û karakterekî şîzofren e.
Dîanayê: Ev fîgur an jî tîp jî gerîlla ye. Ew jî tê dîl girtin, lê serbazekî dewleta tirkan wê serbest berdide û peyre, ji neçarî(!) dibe laşfiroş.
Nivîskar/Ez: Ev karakter jî nivîskar e û li Siwêdê dijî. Lê ji bo îmzekirin û semînereke pirtûka xwe tê welêt. Nivîskêreke wiha ye ku dixwaze Dîanayê rizgar bike.
Qoricî û Serbaz û Diya Temo, Dê û Bavê Dîanayê: Evan jî di romanên de fon karakter in. Pir xuya nakin lê dema ku meriv dinihêre wan, meriv li ser civatê, danûstandina malbatekê, rewşa netew û bajarekî dikare binirxîne.
EZ Ê YEKÊ BIKUJIM Û KOLONYALÎZM
Di serî ez bibêjim ku kolonyalîzm, baregeh û qereqol in, leşker û polês in, piştî ku dewletê dagîrkeriya xwe temam kir, axir dor tê pişavtinê, ango dagîrker dest bi post-kolonyalîzmê dike, amûrên vê jî, dibistanên dagîrkeran e û zimanê wan e.
BEŞA YEKÊ
Kuştin an Mirin?
Wexta ku em lê dinihêrin, nivîskarên tirk gelemperî yên dema damezrandina Komara Tirkiyê, taybetî nivîskarên wekî Halide Edip Adıvar, Kemal Bilbaşar, Ferit Edgu, mijarên post-kolonyalîzmê serûbin dikin. Ango ew bi xwe dagîrkeriya xwe mafdar dibînin û heceta wan jî ev e "em ê we û civak û milletê we bi pêş bixin, ronî bikin û we ji vê nezaniyê rizgar bikin'e." Çend nivîskarên me jî hene ku (Mehmed Uzun, Firat Cewerî) hema bibêje ne ji dûrî van nivîskarên kemalîst in. Çawa? Fermo!
Ez dê qala romana Mehmed Uzun (Ronî û Tarî) nekim, ber ku hema bibêje ew roman û romana "Ez ê Yekê Bikujim" yek in û gotinên min dê ji bo her du romanan jî bin.
Ez ê Yekê Bikujim de, roman bi yekî ku hema bêje hişavêtî ye, bi serlehengê romanê, bi Temo dest pê dike. Temo kesekî şervan e ku hatibû girtin û 15 salan di girtîgehê de mabû û piştî 15 salan tê berdan. Ewqasî şîzofren e ku di hişe xwe de plansaziya kuştina ca xwe dike. Temo, demeke nêzî nîvro, di berîka wî de kêr, derdikeve. Li kuçe û çarşiya bajêr digere û niyet kiriye ku yekê bikuje. Ew bajar û kuçe pir guherî ne. Dema ku Temo li wan kuçe û çarşiya bajêr digere xwe êdî aîdî vî bajarî nabîne. Gelê bajêr û bajêr bi xwe biyanî bûne û Temo dibîne ku post-kolonyalîzm bi ser ketiye. Temo piştî gera xwe yî di nav bajêr de diçe kafeyekê, kafeyeke bi navê Lorîn. Di kafeyê de dibîne ku li ser maseyekê sê jin hene û di maseyeke din de zilamek. Temo, ango serlehengê beşa yekem a romanê, dibîne ku ji wan sê jinan yek jê pir lê dinihêre û bala wî dikişîne. Ew zilamê ku maseyeke din rûniştî ye, xwe nêzî Temo dike û dibêje ji wan sê jinan ji kîjan ecibandibe, dikare bibe alîkar. Zilamê qewad gazî ew jina (Dîanayê) ku bala Temo dikişîne, dike. Jin tê û bazara xwe bi hev re dikin û jin wê dibe malekê. Temo û jinikê dema dikevin hundir de, jin xwe tazî dike û li benda Temo ye. Temo pêşî bi pora jinê dilîze û dibîne ku jin pêşî kelogirî dibe paşê jî digirî û ji xwe roman jî di vir de dest pê dike. Jina qehpik bo saetekê bazara xwe pê re kiriye û Temo tiştekî pê nake, tenê Dîanayê ji Temo daxwaz dike ku wê ji vê rewşê xelas bike. Piştre wextê wan diqede û Temo dil dikeve jina qehpik û jinik ji ber ku wext nemaye, çîroka xwe ya ku çima ketiye vê rewşê de, nîvco dihêle û di kaxizek piçûk de ji bo roja din, saet û devereke ku dê werin cem hev diyar dike û wê kaxezê dixe destê Temo de. Ji wî xanî derdikevin û Temo dê bigihêje semînereke hevalekê xwe yî nivîskar, dema ku li deverekê rê dixwaze here aliyê din ê rê, trêmbêlek lê diqelibe. Ew kesên ku di wê trembêlê de ne, hevalê wî yî nivîskar û dostên hevalên wî yî nivîskar e. Temo digihînin nexweşxanê û piştî demeke kin Temo dimire. Di wê navê re ew nivîskar dibîne ku di destê Temo de kaxezek heye. Radihêjê kaxezê û diçe hotela ku lê dimîne.
BEŞA DUDUYAN
Dîana û Nivîskêr û Pejirandina Kolonyalîzmê
Beşa duduyan de nivîskêr, bingeh û zemîna xwe ya li ser pejirandina kolonyalîzmê qayîm dike.
Di vê beşê de piştî roja din nivîskêr hemî karên xwe betal dike û dixwaze Dîanayê bibîne. Diçe ew devera ku li ser kaxezê hatî destnîşankirin. Qederekê li wê kafeyê rûdine û dibîne ku jinikeke spehî û bedew, bi cil bergên spor lêne, dikeve hundirê kafeyê. Nivîskêr, hê ne piştrast e ku ka ev jin ew jin e ango Dîana ye. Lê piştî demekê diçe ser maseya jinê û pê re diaxive. Dibîne ku wext zû diherike û herdu radibin, diçin hotela ku nivîskêr li wir dimîne. Dikevin hundirê odeya xwe de û Dîana dest bi çîroka xwe dike.
Dîana jineke ji eslê xwe ji Mûşê ye. Bavê wê dixwaze wê bide dostê xwe, yê ku bi dehan salan ji Dîanayê mezintir e. Lê piştî demekê malbat ji Mûşê bar dikin û didin li ser rêya Ewropayê li welatê Elmanya. Bavê Dîanayê kesekî paşverû ye û zor û zexteke psikolojîk li ser Dîanayê û dêya wê dike. Piştî demekê hinek kes tên mala Dîanayê û Dîana dibîne ku ev kesên hanê, xebatkarên partiya Tevgera Azadiyê ne. Hêdî hêdî Dîana wan ji nêz ve nas dike û êdî bav ji tirsa xebatkaran nikare li pêşiya azadiya Dîanayê bisekine û Dîana jî dibe xebatkareke partiyê. Her ku diçe Dîana pitir li ser xebatên xwe dixebite û piştî demekê Dîana êdî wê biryarê dide ku bibe gerîlayeke partiyê. Dîana diçe çiyayên azad û dibe jineke têkoşer. Tê girtin. Wê dibin qereqolekê û piştî demekê serbazek wê serbest berdide û dibêje tu azad î. Dîana rastî gundeke cerdewanan tê û çend rojan jî li wir dimîne û sercerdewan biryarê dide ku wê azad bihêle û du kesan erkdar dike ku Dîanayê bibin bajêr. Lê ew her du cerdewan, wê dibine cem qewadekî û difiroşin. Piştî demekê Dîana dibe laşfiroş.
Dema ku çîroka Dîanayê xelas dibe, nivîskar telefonî hevalekî xwe dike ku ji bo ku Dîanayê ji vî "agirî, agirê dojeha welatê wê xelas bike." (rpl:150)
Dema ku dinihêre Dîana li texsiyê siwar dibe, li ser vê mijarê karakterê Ez ango nivîskêr hûr û kûr dibe, piştî demeke kin yek dide ser odeya wî. Ev kes Temo ye. Temo ji xwe Dîanayê di rê kuştiye û nîvîskar jî dikuje.
Çend Awir
Firat Cewerî, romana xwe li gor daxwaz û hişmendiya tirkan honandî ye. Her wiha wekî min gotî, di romanên damezrandina komara Tirkiyê de hertim kurd, kesên wekî paşverû dane nîşan û wexta ku dewlet (leşker, polês, dibistan, zimanê tirkî) dibin ser axa kurdan ew gel rizgar dibe an jî bi pêş û pêşverû dibin. Hertim ew karakterên ku di bin zilma malbat, gel an jî netewa xwe de ne, rizgariya wan kesan derveyî welêt didin nîşan. Firat Cewerî jî Mehmed Uzun jî heman tişt kirine. Firat Cewerî dixwaze Dîanayê bibe Stenbolê paşê jî bibe Siwêdê. Mehmed Uzun jî serlehengê romana wî Baz, bi serbazekî tirkan e ku bi eslê xwe kurd e ji Welatê Çiyayan direvîne, dibe Welatê Behrê. Û tiştekî sosret e ku karakterên van her du romanan jin in û gerîlla ne. Wexta ku çare êdî nemabe koçkirin ferz dibe, lê Dîana dikarîbû gellek bajarên din yên bakurê Kurdistanê bi cîh bûya. Lê Firat Cewerî wisa nekiriye û netewa kurd bêhiş, bê çarenûs nîşan daye. Tişteke balkêş û sosrete ku wergêrê van her du romanên ku bi tirkî hatine wergerandinê, Muhsin Kızılkaya ye û weşana van her du romanan jî weşanxaneya Avesta kiriye.
Gelo çima nivîskarek dixwaze romaneke ku netewa xwe piçûk bixe, bihone?